Polîsa Hewlêrê: Medyakarekî Rojhilatê Kurdistanê, xwe kuştiye

Rêveberê Polîsa Hewlêrê ragihand, welatiyekî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku berê di kenaleke Başûrê Kurdistanê de bernameyek pêşkêş dikir, li kafîtiryaya xwe ya li Hewlêrê, xwe kuştiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Polîsa Hewlêrê ragihand, welatiyekî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku berê di kenaleke Başûrê Kurdistanê de bernameyek pêşkêş dikir, li kafîtiryaya xwe ya li Hewlêrê, xwe kuştiye.

Rêveberê Polîsa Hewlêrê Ebdilxaliq Telat ji K24ê re ragihand, şeva borî welatiyekî ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi navê Soran Seqizî ku berê di kenala “Kurdsat” de bernameya “Seyr û Sefer” pêşkêş dikir, li kafîtiryaya xwe ya li Hewlêrê, bi damençeya xwe, xwe kuştiye.

Rêveberê Polîsa Hewlêrê got jî, li gor gotinên hin ji hevalên Seqizî ku li kafîtiryayê bûn, berî ku ew xwe bikuje, behsa qerdarbûna xwe dikir û piştre çû qatê duyem ya wê kafîteryayê û xwe kuştiye.

Ragihand jî, her li gor gotinên hevalên wî, ku wî bazirganiya buharatan kiriye û pereyine zor qerdar bûye, ku zêdetir ji yek milyon dolar qerdar bûye, vê yekê jî bandoreke xirab li derûniya wî kiriye û biryara xwekuştinê daye.

Soran Seqizî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Swêdê dijiya û demek bûye vegeriya ye Hewlêrê û bi hevbeşî kafîtiryek vekiribû. Soran Seqizî berê di kenala “Kurdsat” de bernameya “Seyr û Sefer” pêşkêş dikir.