Belge: Daxwazên PKK ji hukimeta Iraqê
Desteya PKK li Şingalê, ku xwe wekî Desthilata Demkî ya Şingalê binav dike deklarasyonek belavkir. Di vê daxwaznameya xwe de ku PKK bi taybetî arasteyî hukimeta Iraqê kiriye, êrîşî hukimeta herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike. Di daxwaza xwe, rêz 12an de, PKK vê daxwazê
K24 - Navenda Nûçeyan
Desteya PKK li Şingalê, ku xwe wekî Desthilata Demkî ya Şingalê binav dike deklarasyonek belavkir. Di vê daxwaznameya xwe de ku PKK bi taybetî arasteyî hukimeta Iraqê kiriye, êrîşî hukimeta herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike. Di daxwaza xwe, xal 12an de, PKK vê daxwazê arasteyî hukimeta Iraqê dike.
Ev wergera rasterast ji daxwaznameya PKK ji hukimeta Iraqê xal 12 e.
12: Daxwaza me ji hukimeta Iraqê ew e ku, di babetên ku bi gelê Êzdî ve girêdayî ne ligel Hukimeta Herêma Kurdistanê danûstandinan neke û bixwaze ku Hêzên Pêşmerge yên Barzanî ji Şingalê derbikevin. Ji ber k utu baweriya me bi hêza Pêşmergeyan nî ne. Di 3ê Tebax a 2014an de pişta xwe dan me û di 3 Adar a 2017an de zarokên me kuştin. Li aliyê din erk a Hêzên Pêşmerge parastina Kurdistanê ye. Herêma Êzdî ne girêdayî vê herêmê ye. Ger hûn alîkarî bidin hêzên me yên parastinê YPŞ – YJŞ, gelê me bi xwe dikare xaka xwe biparêze.
Ev jî orjinal a daxwaznameya PKK ji hukimeta Iraqê xal 12 e.
12-Irak hükümetinden talebimiz, Êzidi halkının geleceğini ilgilendiren konularda Kürdistan Federal Yönetimiyle görüşmeler gerçekleştirmemesi ve Barzani’nin Şengal’den peşmerge güçlerini çekmesisi istemesidir. Çünkü peşmerge güçlerine hiçbir güvenimiz kalmamıştır. 3 Ağustos 2014’de bize sırtlarını çevirdiler, 3 Mart 2017’de de çocuklarımızı katlettiler. Öte yandan peşmerge güçleri Kürdistan bölgesinin savunmasında sorumludur. Êzidi bölgesi bu bölgeye bağlı değildir. Savunma güçlerimiz olan YBŞ-YJŞ güçlerinin, desteklenmesi halinde halkımızın kendi topraklarını savunabileceği inancındayız.