HDPiyan nikarîn girtiyên xwe bibînin

Cîgirê Serokê Koma HDPê Ehmed Yildirim bi armanca serdana parlamenterên partiya xwe Îdrîs Baluken û Bûrcû Çelîk bike, çû girtîxaneya Sîncan ya Enqerê lê nikarî parlamenteran bibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Koma HDPê Ehmed Yildirim bi armanca serdana parlamenterên partiya xwe Îdrîs Baluken û Bûrcû Çelîk bike, çû girtîxaneya Sîncan ya Enqerê lê nikarî parlamenteran bibîne.

Ehmed Yildirim tevî parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe çû zîndana Sîncanê û bi birêveberiya girtîxaneyê re derbarê rewşa girtiyan û parlamenteran de axivî û piştre pirsên rojnamegeran bersivandin.

Yildirim got, hevalên wan bi biryarên siyasî û derveyî yasayê di girtîxaneyan de tên hîştin û kêşeya wan ne ew ku mercên hevalên wan di girtîxaneyê de baş in yan xerab in jiber ku ew zîndankirina Parlamenteran  wek binpêkirina yasayê dibînin.

Li aliyê din, parlamenterên HDPê Garo Paylan û Elîcan Onlu xwestin li girtîxaneya Edîrne, serdana Hevserokê HDP Selahedîn Demîrtaş bikin, lê bi hinceta ku ji Wezareta Dadê destûr nehatiye dayîn, nekarîn hevdîtinê pêk bînin.