Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Pêşmerge bê pirçekirin ku wek hêzên navçê be

K24 – Navenda Nûçeyan Di civînekê bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şanderê taybet ê Serokwezîra Brîtanya ji bo şerê li dijî DAIŞê General Tom Beckett ragihand, di rûbrûbûna DAIŞê de Pêşmerge selimand ku brandekî hêza navdewletî ye û tekez kir ku Brîtanya li ser alîkariyên serbazî û pirçekirina Pêşmerge û rahênana wî berdewam be.

K24 – Navenda Nûçeyan  

Di civînekê bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şanderê taybet ê Serokwezîra Brîtanya ji bo şerê li dijî DAIŞê General Tom Beckett ragihand, di rûbrûbûna DAIŞê de Pêşmerge selimand ku brandekî hêza navdewletî ye û tekez kir ku Brîtanya li ser alîkariyên serbazî û pirçekirina Pêşmerge û rahênana wî berdewam be.

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez li ser giringîya yekxistin û pirçekirina Pêşmerge bi awayekî ku di astê stratîjîyeta asayşa herêmî û rûbirûbûna gefan de be, kir û heriha spasiya gel û hikûmeta Brîtanya kir ji bo berdewamiya alîkarîkirin û piştgîriya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.

Nûnerê Serokwezîra Brîtanya behsa projeya hevbeş a Brîtanya, Amerîka û Almanyayê digel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê kir ji bo yekxistin û çaksazîya di Wezareta Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê de, ku biryar e di du hefteyên bê de pêşkêşî serkirdayetîya siyasî ya Kurdistanê were kirin û tekez kir ku, welatê wî piştî DAIŞê jî wê berdewam be li ser alîkariya Pêşmerge û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê.

Di beşeke din yê civînê de operasyona Mûsilê û rewşa navçeyê û şerê li dijî terorê hatin gotûbêjkirin.