Parlementerî ji Nursel Aydoganê hat standin

Mafê parlementeriyê ji destê Parlementera HDPê Nursel Aydoganê hate standin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mafê parlementeriyê ji destê Parlementera HDPê Nursel Aydoganê hate standin.

Aydogan di sala 2011an de ji ber 5 tohmetên cuda dihat tohmetbarkirin. Dadgeha duyemîn a Diyarbekirê Parlementera HDPê tohmetbar dikir ku tevlî çalakiyên neyasayî bûye û endamê PKKê ye. Ji ber vê yekê 4 sal û 8 meh cezaya zindanîkirinê dabû Aydoganê.

Dadgeha sêyemîn a Dîlokê jî cezaya Aydoganê pesend kir. Biryara dadgeha Dîlokê li Parlementoya Tirkiyeyê hate xwendin û mafê parlementeriyê ji destê wê hate standin.

Berî niha jî mafê parlementeriya Hevseroka HDPê Fîgen Yûksekdagê hatibû standin.