Bo girtina serkirdeyên ENKSê, li Almanyayê xwepêşandan

Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Ewropa li ser girtina nivîsgeh û endamên wê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve, li Almanyayê derdikeve xwepêşandanekê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Ewropa li ser girtina nivîsgeh û endamên wê ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve, li Almanyayê derdikeve xwepêşandanekê.

Nûneratiya ENKSê li Ewropayê bi daxuyaniyekê daxwaz ji revenda Kurdî li Ewropayê dike ku tevlî xwepêşandana ENKSê ya li dijî girtina nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê li Qamişlo û binçavkirina 13 serkirdeyên ENKSê, bibin.

Xwepêşandan îro demjimêr 15:00 danê nîvro li hember balyozxaneya Amerîka ya li Berlînê birêve diçe.

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye, “Amerîka bo rizgarkirina Reqayê çekan dide mîlîşyatên PYDê, di heman demê de mîlîşyatên PYD jî bi ser nivîsgehên ENKSê de digire û endam û serkirdeyên ENKSê direvîne.”

Asayşa li bajarê Qamişlo duh careke din bi ser nivîsgeha Emîndariya Giştî ya ENKSê de girt 13 endamên wê emîndariyê jî binçav kirin.