HSD ji nû ve dest bi şerê Reqayê dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî rawestandina 15 ji nû ve dest bi operasyona Reqayê dike û 7 k.m berve Reqayê bipêş dikeve.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî rawestandina 15 ji nû ve dest bi operasyona Reqayê dike û 7 k.m berve Reqayê bipêş dikeve.
Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt îro ragihand, piştî rawestandina 15 ji operasyona Reqayê, şeva borî careke din dest bi wê operasyonê kir û HSDê karî gundên Celaa û Meyselon ligel hejmarek ji baxçeyan rizgar bike.
HSD amaje bi êrîşên Tirkiyê li ser binkeyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û got, tevî ku Tirkiyê hewl dide rêgiriyê li pêş pêketinên HSDê di operasyona Reqayê de bike, lê ew berdewam in bi erkên xwe.
Ev gava HSDê di demekê de ye, duh Koşka Spî aşkere kir ku Serokê Amerîka Donald Trump razî bûye ji bo piştevanîkirina şerê Reqayê, çekên giran bide YPGê.
Herwiha Odeya Operasyona Hêrsa Ferêt spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir, ku li ser erdê û ji esman ve piştevaniya operasyona kontrolkirina Reqayê dike.
Di 13 vê Nîsanê de Fermandariya Operesyona Hêrsa Ferêt ya qonaxa çaremîn ji aliyê bakurê rojavayê Reqayê dest pê kir, piştî ku ji aliyê rojhilat û rojava ve gelek serkeftin bi dest xistin.