Hevserokê Şaxa Wanê ya DBPê hate binçavkirin
Hevserokê Şaxa Wanê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û rêveberekî DBPê hate binçavkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Şaxa Wanê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û rêveberekî DBPê hate binçavkirin.
Îro danê sibê polîsên dijîterorê li bajarê Wanê operasyonek li dijî DBPê pêk anîn û bi ser avahiya wê partiyê de girtin. Li gor zanyariyên dawî polîsan Hevserokê DBPê Ahmet Aygun û rêveberê DBPê Necmî Varhan binçavkirin.
Polîsan di çarçoveya operasyonê de nav avahiya DBPê demeke dirêj lêgerîn jî kirin.
Operasyona li dijî Şaxa Wanê demek wisa de pêk hat ko duh 27 endamên wê partiyê ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve hatibûn berdan.