Li 21 deverên Mûşê qedexe

Li 21 gundewarên bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 21 gundewarên bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya derketina derva hate ragihandin.

Parêzgeriya Mûşê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 21 gundewarên Mûşê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.

Parêzgeriya Mûşê amaje bi wê kir, heta operasyon bidawî were dê qedexe berdewam bike.

Herwiha hin deverên riya Mûş û navçeya Pasûrê ji hatûçoyê re hatiye girtin.