Qedexeya li ser 16 gundên Lice û Hênê hat rakirin

Qedexeyên ku 4 roj berê li ser 9 gundên bi ser Liceyê û 7 gundên bi ser Hênê yên navçeyên Diyarbekirê hatibûn danîn, vê sibehê (11.05.2017) hatin rakirin. Li gorî daxuyaniya Parêzgeriya Diyarbekirê, ji bo berdewamiya operasyonên li hember Endamên PKK’ê, vê sibehê (11.05.2017) jî li 3 gundên bi ser navçeya Pasûrê ve banga qedexeyê hat kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekirê, di 8’ê Gulana 2017’an ji bo 9 gundên bi ser Liceyê û 7 gundên bi ser Hênê ve banga qedexeya derketina kuçe û kolanan ragihandibû. Qedexe ji bo operasyonên li hember endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê hatibûn danîn û piştî operasyonên li 16 gundan ber bi dawî ve çûn, qedexe hat rakirin.

Qedexeya li ser van gundan, vê sibehê (11.05.2017) demjimêr di 06:00’an de hat rakirin û di heman demê de banga qedexeyê ji bo 3 gundên bi ser navçeya Pasûrê ve hat ragihandin. Qedexe vê sibehê (011.05.2017) demjimêr di 07:00’an de ji bo Gundê Eskarê, Gundê Nedaran û Gundê Beyrokê yên derdora Pasûrêrê hat ragihandin û dê heta bangeke duyemîn dewam bike.