li 7 deverên Mûşê qedexe hate ragihandin
Li Bakurê Kurdistanê, li 7 gundewarên navçeya Gimgimê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê, li 7 gundewarên navçeya Gimgimê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parêzgeriya Mûşê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de ji îro pê ve li 7 gundewarên navçeya Gimgimê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Qedexe heta ku operasyon bidawî werin dê berdewam bike.
2 roj berê jî Parêzgeriya Elezîzê dema qedexeya derkatina derva ya li ser 15 gundewaran heta meha Îlonê dirêj kiribû.