Heşda Şeibî 4 gundê Qeyrewanê kontrol dike
Medyaya Heşda Şeibî ragihand, Lîwaya 13 ya Heşda Şeibî karî 5 gundan li derdora bajarokê Qeyrewanê li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê kontrol bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medyaya Heşda Şeibî ragihand, Lîwaya 13 ya Heşda Şeibî karî 5 gundan li derdora bajarokê Qeyrewanê li rojavayê Mûsilê ji destê DAIŞê kontrol bike.
Heşda di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wê karî herdu gundên Nîliye û Sirî Awîst li başûrê Qeyrewanê kontrol bike.
Herwiha Heşda Şeibî di daxuyaniyeke din de kontrolkirina gundên Misbis û Sade Zewbia li başûrê Qeyrewanê û gundê Eyn Fethî li bakurê Qeyrewanê ragihand.
Roja Îna borî 12 Gulanê, hêzên Heşda Şeibî dest bi operasyona kontrolkirina bajarokê Qeyrewan li rojavayê Mûsilê kiribû, vê yekê nîgeranî ligel fermandarên Pêşmerge çê kiribû, ku Heşda Şeibî dixwaze pêgeheke xwe li nêzîkî navçeyên Kurdistanî ava bike.