Qasim Suleymanî serxweşiyê li Mam Celal dike
Fermandarê Feyleqa Qudis ya Artêşa Pasdarên Îranê bi boneya koça dawî ya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê, li dêvla Civata Niştimanî û Tevgera Goranê, peyama serxweşî û hevxemiya xwe ji Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî re birê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeya ajansa“Mehr” a Îranî, Qasim Suleymanî bi boneya koça dawî ya Newşêrwan Mistefa peyama xwe ji Mam Celal re birê kirye û serxweşî lê kiriye.
Di dirêjehiya peyama Qasim Suleymanî ya bo Talebanî de, Newêrwan Mistefa wek hevalê dêrîn yê Mam Celal di şerê li dijî dîktatoriyê binav kiriye.
Di peyama wî fermandarê Feyleqa Qudus a Artêşa Pasdaran, bi ti awayî amaje bi navê Tevgera Goranê û serkirdeyên wê tevgerê nekiriye, ku Newşêrwan Mistefa Rêkxerê Giştî yê wê tevgerê bû. Di dawiyê peyamê Qasim Suleymanî serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî malbata Newşêrwan Mistefa kiriye.
Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa roja 19 Gulanê koça dawî kir û roja 20 Gulanê li girê Zergete li bajarê Silêmaniyê bi xakê hate spartin.