Rojnamevanekî li Hewlêrê koça dawî kir
Îro berbangê, rojnamevan Şazad Enwer li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro berbangê, rojnamevan Şazad Enwer li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Şazad Enwer yek ji rojnamevanên navdar ên Kurdistanê bû û di dema borî de li çend kenalên medyayî yên Kurdistanê de kar kiribû. Herwiha çendîn gotar û babet di rojname û kovarên Başûrê Kurdistanê de belav kiribûn.
Li gor zanyariyên K24ê, Şazad Enwer ji demekê ve nexweş bûye û çend car in jî bo çareseriya tenduristî çûye welatên derve. Îro berbangê jî koça dawî kir.
Şazad Enwer xelkê devera Raperîn e û çend sal in li Hewlêrê bich bûbû, biryar e serxweşiya wî li Ranyayê bê kirin.