Heşda Şeibî gihêşt sînorê Sûriyê

Serkirdeyê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî îro ragihand, ku çekdarên Heşda Şeibî gihêştin Sînorê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî îro ragihand, ku çekdarên Heşda Şeibî gihêştin Sînorê Sûriyê.

Serkirdeyê rêxistina Bedir Hadî El-Amirî îro di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan serkeftinên mezin bidest xistine û gihêştine sînorê Sûriyê.

Heşda Şeibî ji roja 12 vê mehê de dest bi operasyonekê li rojavayê Mûsilê kir û  bajarokê Qeyrewanê û berî 6 rojan bajarokê Qeyrewanê kontrol kir, îro jî Heşda Şeibî herdu gundên Faro û Wadî Mîdar li bakurê rojavayê navçeya Giruzêr kontrol kir.

Hikûmeta Iraqê hewl dide ligel rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên Îranî ve deverên sînorî bi Sûriyê re kontrol bike.

Berî çend rojan, Serperiştê mihwerê Şingalê Serbest Lezgîn ragihandibû, Heşda Şeibî bê guhdana bi rêkeftina leşkerî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, operasyonek li bajarokê Qeyrewanê ya ser bi Şingalê ve encam daye.

Li gor şopîneran, gihêştina hêzên Heşda Şeibî li ser sînorê Sûriyê, dê piştevan be ji rêjîma Sûriyê re, di pêşketinên xwe de li dijî dijberên xwe.