Bexçeyên Hewselê, pira Dehderî û çemê Dîcleyê ketin ber projeya veguherînê

Li Diyarbekirê Bexçeyên Hewselê ku di nav mîrateyên cîhanî de cihê xwe digirin, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ve wekî qada taybet a projeye hat îlankirin. Li gorî ragihandina wezaretê; Çemê Dîcleyê û Pira Dehderî jî dikeve ber qada projeyê. Li ser vê yekê xwediyên bexçeyan û xebatkarên li qada Pira Dehderî nerazîbûn nîşan da û gotin ku ev proje dê xwezaya dîrokî qetil bike.

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Bexçeyên Hewselê ku di nav mîrateyên cîhanî de cihê xwe digirin, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ve wekî qada taybet a projeye hat îlankirin. Li gorî ragihandina wezaretê; Çemê Dîcleyê û Pira Dehderî jî dikeve ber qada projeyê. Li ser vê yekê xwediyên bexçeyan û xebatkarên li qada Pira Dehderî nerazîbûn nîşan da û gotin ku ev proje dê xwezaya dîrokî qetil bike.

Bexçeyên Hewselê yên Diyarbekirê ku xwedî dîroka 8 hezar salan e; ket ber projeya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên wezaretê da, dê di çarçoveya projeye de li Bexçeyên Hewselê 71 hezar dar werin çandin û dê qadên serdangehan werin parastin. Yek ji xwediyê Bexçeyên Hewselê Hîkmet Sezgîn li ser projeyê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku pêdiviya Hewselê beriya her tiştî bi ava paqij heye da ku hilberîn kêm nebe.

Yek ji xwediyê Bexçeyên Hewselê Hîkmet Sezgîn ji K24ê re got: “Em naxwazin, daxwaza me ew e ku rêyên me çêbikin, ji me re av û karabayê bînin, bila alîkariya cotkaran bikin. Heger xaniyên me jî xirab bikin, nabe. Xaniyên xizmên me xirab kirin, niha ew di nav bajêr de dijîn û nikarin werin xwedîtiyê li bexçeyên xwe bikin, nikarin bexçeyên xwe av bidin.”

Avahiyên ku li ser Çiyayê Çilan çêbûne, mizgefta ku înşaata wê dewam dike û maşînên ku quntarên Çiyayê Çilan dikolin, dide nîşandan ku dê jiyana rojane li ser van bermayiyên dîrokê dest pê bike. Li gorî ragihandina Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, dê rêyên duçerxeyan, şaneşînên temaşekirina xwezayê û qadên werzîşê werin çêkirin.

Ferhat Polat 10 sal in ku li ser rêya Pira Dehderî nobedariyê dike. Polat dibêje; betonkirina van deran dê zerareke mezin bide dîroka bajêr. Polat wiha ji K24ê re jî axivî: “Em, vê projeye baş nabînin. Tiştekî cihêreng bihata çêkirin, dê baştir bibûya. Ev proje, betonkirin e, dê dîtbariya pirê xirab bibe. Van xaniyên ku li vê derê hatine çêkirin, ji niha ve dîtbariya vê qadê xirab kiriye.”

Bi projeya tê payîn, Çemê Dîcleyê û Pira Dehderî jî ketiye qada taybet a veguherînê. Xelkê Diyarbekirê bi piranî naxwazin projeyên nûjenkirinê li cihên dîrokî werin çêkirin. Gelek kes jî dibêjin heger proje çêbibe, dê çalakiyên civakî li vê qadê zêdetir bibin û dê dîroka bajêr zêdetir were naskirin.

 

Fly Erbil Advertisment