Mesrûr Barzanî ligel xwedankar û veberhênerên parêzgeha Dihokê civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dihokê ligel hejmareke xwedankar, peymandar û veberhêneran civiya û tekez li ser piştgirîkirin û pêşkêşkirina hêsankariyan bo kertê taybet kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî paşnîvroya îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Dihokê ligel hejmareke xwedankar, peymandar û veberhêneran civiya.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêz û hurmet ve behsa rolê girîng ê kerta taybet li Herêma Kurdistanê di alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo pêşxistina tevalî ya aborî û avakirina jêrxaneya bihêz a aboriyê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya kerta taybet kir, ku mil bi milê hikûmetê roleke çalak di zêdetir pêşxistina bizava bazirganî û afirandina derfetên kar bo ciwanên Kurdistanê de hebûye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştgirîkirin û pêşkêşkirina hêsankariyan bo kerta taybet berdewam be, daku hemî sêktor bên pêşxistin û xizmetkariyeke baştir pêşkêşî welatiyên Herêma Kurdistanê bê kirin.