Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêya dualî ya Şêxan – Baedrê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, rêya dualî ya Şêxan – Baedrê vekir.
Ev jî hûrgiliyên vê projeyê ne:
- Bihayê projeyê: Zêdetir ji 32 milyon dînaran.
- Dirêjahiya rêya dualî: Nêzîkî 9 kîlometreyan.
- Paniya her aliyekê rêyê: 25 metre ne û di yek demê de şiyana hatin û çûna 4 otombêlan heye.
- Gardrêl: Bi dirêjahiya 6 hezar metreyan gardrêl bo rêyê hatine danîn.
- Box kilvêrt: Bi dirêjahiya 500 metreyan 17 “box kilvêrt”ên konkritî bo rêyê hatine çêkirin.
- Sîstemên nîşan û ronahiyan: Tevaya karên hêlkariyê, nîşanên hatin û çûnê û sîstema ronahiyê hatine kirin.
- Roja destpêkirinê: Li roja Duşemê, 03ê Mijdara 2025ê, berê bingehîn ê vê projeyê hatibû danîn.
- Dema bicihanînê: Berî jivanê xwe û bi kêmtir ji salekê ev proje hatiye temamkirin.
- Girîngiya rêyê: Hatin û çûna navbera Şêxan û Baedrê kurttir dike.
- Rûdanên Trafîkê: Rûdanên hatin û çûnê li deverê kêmtir dike.
- Girêdana cografî: Qezaya Şêxan bi Laliş û hersê nahiyeyên (Baedrê, Etrûş û Qesrok) bi hev re girê dide.