Xwenîşanderên Kerkûkê daxwaza mûçeyan û vegera ser karên xwe dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Karmendên Şîrketa Nefta Bakur li Kerkûkê ji ber rawestandina mûçeyên çar mehên borî û ji-kar-derxistina bêsedem xwenîşandan kirin û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên xwe dikin.
Xwenîşander îro Duşem, 26ê Cotmeha 2026ê, li ber Şîrketa Nefta Bakur li Kerkûkê kom bûn û daxwaza xerckirina mûçeyên çar mehên borî û vegera bo ser karên xwe dikin.
Yek ji xwenîşanderan ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em karmendên Parzinîngeha Bakur in, ji meha Hexîranê ve em ji ser karên xwe hatine derxistin û me ti mûçeyek wernegirtiye." Wî karmendî ron jî kir ku ti aliyek sedema derxistina wan ji wan re ron nake û daxwaz dikin ku di çarçoveya budceya sala nû de bên damezirandin.
Xwenîşanderekê din di derheqa sedema birîna mûçeyên wan de got: "Em karkerên rojane yên Parzinîngeha Kerkûkê bûn û piştî girtina Ednan Cumeylî, bi tometa ku em karmendên binîwar in em ji karên xwe hatine dûrxistin." Tekez jî kir ku wan ti peywendiyek bi karkerên Parzinîngeha Bêciyê ve nîne, ku tometa binîwarbûnê arasteyî wan hatiye kirin.
Wî xwenîşanderî eşkere jî kir ku hejmara karkeran 600 heta 650 kesan in û daxwaz ji nûnerên Kerkûkê li parlamentoyê kir ku bizavê ji bo bidestxistina mafên wan bikin û rêyê li binpêkirina mafê karkerên wî bajarî bigirin.
Xwenîşanderekê din belgeya dewama rojane û şûntiliyê wekî selmînerekî bo rastiya karê wan anî û red kir ku ti peywendiyeke wan bi dosyeya Parzinîngeha Bêciyê ve hebe. Tekez jî kir ku tevî ku dosyeya Ednan Cumeylî bandor li ser rawestandina karên wan kiriye jî, lê heta niha sedema fermî ya derxistina wan jê re nehatiye gotin û ev ji bo dema çar mehan e ku ti dahatek bi dest wan neketiye.