6 gundên din li Neynewayê hatin kontrolkirin

Di çarçova operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hêzên Iraqî 6 gundên din li rojavayê parêzgeha Neynewayê kontrol kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçova operasyona kontrolkirina Mûsilê de, hêzên Iraqî 6 gundên din li rojavayê parêzgeha Neynewayê kontrol kirin.

Fermandarê Operasyona “Qadîmon ya Neynewa” Ferîq Rukin Ebdulemîr Reşîd Yarelah kontrolkirina 6 gundên din yên ser bi Navçeya Mehelebiye li rojavayê parêzgeha Neynewayê ragihand.

Ew gund jî, Şêx Qereya Jêrîn, Mewalî, Aştana, Ezîziye, Şoheda û Tîşe ne ku ji aliyê Firqeya 15 a artêşa Iraqê ve hatin kontrolkirin.