Êrîşa DAIŞê hat şikandin

Hejmarek ji çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Selahetîn bi çend otombîlên bombebarkirî êrîşî ser hejmarek xalên pişknînê yên hêzên artêşa Iraqê kirin û xwastin wan kontrol bikin. Lê êrîşa DAIŞê hat şikandin û hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Efserê di Fermandariya Operasyona de Neqîb Se'ed Mihemed aşkere kir, hêzên Iraqî li sînorî parêzgeha Selahetînê êrîşa DAIŞê şikandin û di encamê de 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Wî efserî amaje bi wê da, roleke girîng a firokeyên şer ên Iraqê di têkşikandina êrîşa DAIŞê de hebû û karîn 2 otombîlên bombebarakirî birûxînin û 6 çekdarên DAIŞê bikujin.