Baraneke Havînê ya tund Stenbol girt

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Stenbolê baraneke tund barî û piştî barînê lehî rabû û tevahiya bajêr girt û di çûnûhatin de zehmetî çê bû.

Serê sibê ji ber ku baraneke tund barî li ser riyan golên avê çê bûn. Ji ber vê ajokaran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin

Ji ber tundiya ba û baranê hejmarek ji dar û stûnan hatin xwarê, xelkê bi neçarî otombîlên xwe gihandin hin kolanên sereke û qerebalix di çûnûhatinê de çê bû.

Herçend e barîna vê barana tund ne çaverêkirî bû, dezgehên keşnasiyê amaje bi wê barana Havînê kirin, ku ta êvarê berdewam dibe.