Swêd bingeheke polîsan li Îraqê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Swêdê biryar da ku bingeheke polîsên welatê xwe li Îraqê veke ku ji bilî Îraq û Herêma Kurdistanê, çavdêriya sê welatên din jî yên deverê dike.

Seroka Polîsên Niştimanî yên Swêdê Petra Lund duhî Şemî, 21ê Mijdara 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de aşkere kir ku welatê wê dê bingeheke polîsan li Îraqê veke.

Peyamnêra Kurdistan24ê li Stokholmê Aware Hewramî ragihand, heta niha bi hûrgilî cihê vekirina bingehê nehatiye diyarkirin, ka dê li Bexdayê bê danîn an li Herêma Kurdistanê. Zelal jî kir ku ew bingeh ji bilî Îraqê, hevdem çavdêriya her yek ji welatên Urdin, Libnan û Sûriyeyê jî dike.

Aware Hewramî behsa wê yekê jî kir ku vekirina vê bingehê bi merema hevahengiya ligel hikûmetên welatan e, daku ew kesên peywendiya wan bi torên mafyayî re heye yan ji derve tawanên nav Swêdê birêve dibin bên desteserkirin û radestî berpirsên Stokholmê bên kirin.

Peyamnêra Kurdistan24ê amaje bi wê yekê jî kir ku di çarçoveya wan bizavan de, hefteya borî yek ji gumanbarên wan bandan ji yek ji welatên Afrîkayê radestî Swêdê hatiye kirin û plana wê yekê jî heye ku di paşerojê de bingehên wesa li Bakurê Afrîkayê û çar welatên din jî bên vekirin.

Peyamnêra Kurdistan24ê herwisa ragihand ku di salên borî de hebûna hejmareke zêde ya komên mafyayî li Swêdê bûbû sedema wê yekê ku tawanên kuştin, teqekirin, bombedanîn, çek û bazirganîkirina bi madeyên hişber bibin diyardeyeke rojane, heta gihîşt wê astê ku serkirdeyên mafyayan êrîş dikirin ser kesûkarên hev. Herwisa got ku her çend ji bo demekê piştî guhertina desthilatê rewş heta radeyekê aram bûbû jî, lê niha careke din ew diyarde serî hildide.

Li gorî zanyarên peyamnêra Kurdistan24ê, Hikûmeta Swêdê ji bo jinavbirina wê diyardeyê desthilata temam daye polîsan û qanûnên girêdayî desteserkirin û cezakirina endamên bandên mafyayî tundtir kirine, bi taybetî ji ber wê yekê ku hejmareke zêde ya ciwanan tevlî wan koman bûye û ewlehiya welatê xwe xistiye xeterê.

Li gorî gotina peyamnêra Kurdistan24ê, hejmarek ji serkirdeyên wan komên mafyayî Îraqî, Ereb an Kurd in, ji wan jî Rewa Mecîd ê serkirdeyê banda "Foxtrot"ê ku niha li Îranê ye, lê Tehranê di pirsa radestkirina wî de ti hevkariyek ligel Stokholmê nekiriye.

Li gorî amarên belavkirî yên Swêdê, ji sala 2018ê ve tundûtûjiya bandên mafyayî bûye sedema kuştina 366 kesan û rûdana du hezar û 532 bûyerên teqekirinê, herwisa ji sala 2023ê ve 382 êrîşên bombedanînê jî hatine tomarkirin.