Ciwanekî Kobanî di çemê Qeladizê de xeniqî

K24 – Navenda Nûçeyan

Ciwanekî ji Kobanî di rûbera Qeladizê ya Başûrê Kurdistanê de binav bû û canê xwe jidest da.

Duh roja Înê ciwanê bi navê Ehmed Mistefa Zîto yê 15 salî ku ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, di rûbara Qeladizê yê ser bi parêzgeha Silêmanê ve xeniqî.

Ehmed Mistefa Zîto ji gundê Şêranê yê Kobanî ye û îro termê wî ji bo Kobanî hat veguhestin.