Şepêla Sedir rêzê li biryara Kurdistanê digre

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Nivîsgeha Muqteda Sedir Rêberê Şepêla Sedir, Seyid Ibrahim Cabirî ji Kurdistan 24 re ragihand ku heger  gelê Kurdistanê dewleta serbixwe rabighîne dê rêzê li qurbanîdana  gelê Kurdistanê bigrin û her li gel Kurdistanê wek berê bi dilxweşî dimînin. Herwiha got jî ku, di çend salên derbasbûyî de Kurdan nexweşî ji Îraqê dîtiye.