Xebatên piştevaniya referendûmê yên Mêrdînê
Insiyatifa piştgiriya referendûmê seredana partiyê siyasî û dezgehên siwîl-demokratîk kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Insiyatîfa piştgiriya referendûma serxwebûna Kurdistanê şaxê Mêrdînê xebatên xwe bi seredanên aliyên siyasî, dezgehên siwîl-demokratîk û civatî ve didomîne.
Îro Insiyatifê ligel Serokê Sendiqeya kar a şaredariyê (Belediye Iş sendikasi) Memduh Ozturk û Serokê şaxa Mêrdînê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Mahmut Duyan re hevdîtin lidar xistin.
Civînên Insiyatîfê bi diyalogek erênî encam dan e.