Pêşmerge 3 çekdarên DAIŞê kuştin

Dema çekdarên DAIŞê xwastin nêzîkî çeperên Pêşmerge bibin, Pêşmerge pêşî lê girtin û 3 çekdarên DAIŞê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peymnêrê K24ê li Dihokê ragihand, şeva borî li rojavayê Keskê yê li Mihwerê fermandariya Dihokê ya Hêza Pêşmerge, dema çekdarên DAIŞê xwastin nêzîkî çeperên Pêşmerge bibin, Pêşmerge pêşî lê girtin û 3 çekdarên DAIŞê kuştin.

Fermandarê Dihokê yê Hêza Pêşmerge Eqîd Sebah Îbrahîm ji K24ê re ragihand, şeva borî li gundê Gul Mihemed li rojavayê Keskê 2 çekdarên DAIŞê xwe nêzîkî çeperên Pêşmerge kirin, Pêşmergeyên artêşa 7 ya ser bi Fermandariya Dihokê pêşî lê girtin, çekdarekî DAIŞê xwe teqand û 2 çekdar jî hatin kuştin û termên wan di destê Pêşmerge de ne.

Derbarê ziyanên hêza Pêşmerge de Eqîd Sebah Îbrahîm got, 2 Pêşmerge bi sivikî birîndar bûn û rewşa wan ya tenduristî baş e.