Serokê Yekîtiyan Zanayan: Bila Mudtiyê Iraqê xwe nexe lîstika siyasî
Serokê Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd bersiva gotinên Muftiyê Iraqê dide, ku careke din li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê axivîbû û daxwaz jê kir, xwe nexe nava lîstika siyasî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê Dr. Ebdulah Seîd bersiva gotinên Muftiyê Iraqê dide, ku careke din li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê axivîbû û daxwaz jê kir, xwe nexe nava lîstika siyasî.
Roja 21 Tebaxê rojnameya “Sebah” a Iraqî hevedîtin ligel Muftiyê Iraqê Muhdî Ehmed Someydayî kiribû. Muftiyê Iraqê gilî li Yekîtiya Zanayan dike ku axaftinên wî yên ber şermezar kiribû, ku wê demê Muftiyê Iraqê nameyek ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re birê kiribû û tê de ev gav red kiribû.
Muftî di hevdîtinê de careke din birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê bi tundî red dike û cureke nû ya terorê dizane, tirsa wî heye ku bibe sedema dabeşbûna Kurdan bixwe.
Li hemberê, Dr. Ebdulah Seîd ragihand, “Wek Yekîtiya Zanayan çaverê bûn, piştî daxuyaniya Yekîtiya Zanayan, Muftiyê Iraqê bi axaftina xwe de biçe û xwe nexe listika siyasî û hemû dezgehên olî jî xwe nexin bin bandora siyasetmedaran, bi taybet ku lîstokek e li dijî hêvî û mafên gelekî stem lê hatiye kirin. Çaverê bûn dengekî dilêrane ba li dijî karên ne mirovî yên hikûmeta Iraqê dema nanê bi sedan hezar xelkê biriye, dengekî merd ba derbarê xemsariya hikûmeta Iraqê ku heta niha amad nebûye mûçeya bi sedan hezar Pêşmerge bide, ku giyan û xwînên xwe di ber Iraqê de û li dijî teroristan rijandin. Pêwîst bû Muftî bîr lê wê kiriba, ku ji bo çi Kurd neçarî vê pêngavê kirin.”
Serokê Zanayên Ola Îslamî li Kurdistanê dibêje: “Mixabin me dîtî ku Muftiyê Iraqê li ser birîna nanê xelkê Kurdistanê, dagîrkirina samanên wan, destdirêjiya li ser namûsan û birina jin û zarokan axaftinekê bike. Pêwîst e dam û dezgehên olî werya bin ji danûstandina ligel pirsên siyasî, bi taybet xwe nexin nava hin milmilaneyên siyasî ku ji wan ve ne zelal bin, bo ziyanê negihînin navê wan dezgehan. Berûvajî wê baweriya bi wan têk didin.”