Pispor: “Tirkiye pêwendiyên xwe yên dostane ligel Hewlêr dê bidomîne”

Piştî ragihandina biryara referandûma bo serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve serdana bo Hewlêrê ya di asta herî bilind de bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve pêk hat.

 

K24 – Enqere

Piştî ragihandina biryara referandûma bo serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve serdana bo Hewlêrê ya di asta herî bilind de  bi hatina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ve pêk hat. Di serdanê de mijara referandûmê wek babeteke sereke tê gotûbêjkirin. Tirkiye her çiqas wek bi daxuyaniyên fermî bertek nîşanî referandûmê bide jî gelek pispor di wê bîr û baweriyê de ne ku berteka Tirkiye demkî ye, piştî referandûmê jî pêwendiyên Enqere û Hewlêr dê bi awayeke dostane berdewam be.

Piştî ragihandina biryara referandûma bo serxwebûna Kurdistanê, Tirkiye geşedanên li Başûr ji nêz ve dişopîne. Bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya li Bexda û Hewlêr mijara referandûmê bû babeteke sereke.

Her çiqas rayedarên Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşanî referandûmê bidin jî lê li gor pisporan babeta referandûmê ji bo Tirkiyê ne weke xeteke sor e. Prof. Dr. Dogu Ergilê ku li ser Rojhilata Navîn wekî şarezayekî navdar tê zanîn dibêje, Tirkiye naxwaze pêwendiyên xwe digel Hewlêr qût bike.

Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Dogu Ergil ji K24ê re wiha axivî: “Helwestên derbarê pêwendiyên navdewletî de tu caran mayînde nîn e. Li gor berjwendiyên neteweyî ev helwest tê guhertin. Berê li Iraqê avakirina rêvebiriyeke xweser bo Tirkiye arîşeyeke gelek mezin bû, lê belê piştre ev helwest guherî. Têkiliyên baş hat destpêkirin. Bêguman Tirkiye ji ber damezrandina Kurdistana Mezin hin gumanên wî hene. Lê tevî van gumanan Tirkiye pêwendiyên xwe dostane digel Hewlêr dê bidomîne.”

Giştiyê pispor di wê bîr û baweriyê de ne ku pêvajoya serxwebûnê êdî dest pê kiriye mimkun nîn e ku paş de gav bê avêtin. Beramberî vê yekê hin kes îdia dikin referandûm dibe ku bibe sedema pevçûneke nû.

Pisporê Rojhilata Navîn Yrd. Doç.Dr Bora Bayraktar jî got: “Li Rojhilata Navîn, serxwebûn ne bi referandûmê bi şer pêk tê. Eger Kurdên li Iraqê piştî encamdayîna referandûmê bo serxwebûnê dest bi proseyekê bikin, dibe ku bi Bexda re pev biçin.”

Piştî biryara referandûmê hatibû dayîn Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji berk u ligel wan nehatibû şêwirandin dilgiran bû.

Di nav 2 û nîv mehên dawîn de pêwendiyên Hewlêr û Enqere di merhaleyên cûda de berdewam kir lê serdana Çavuşoğlu weke di asta herî bilind a fermî de pêk hat. Piştî serdana wezîrê Tirkiyê tê gotin, der barê mijara referandûmê de her dua liyan hevdu wê baştir fehm bikin.