Seredana PDK bo Wezareta Derve ya Tirkiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî seredana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu bo paytexta Kurdistanê Hewlêrê, Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Omer Mîranî jî li Enqereyê seredana Wezareta Derve ya Tirkiyê kir.
Seredana Mîranî di hewayek erênî de derbas bû û pêwendiyên Enqere – Hewlêrê, herweha encamên seredana Çavuşoglu ya Kurdistanê hatin nirxandin.
Her du aliyan girîngiya danûstandinan, di pêvajoya referendûna serxwebûna Kurdistanê de, di navbeyna Enqere û Hewlêrê de girtin dest û berdewamiya diyalogê anîn ziman.
Herweha bi egera vê seredanê ku berî cejna Qurbanê de pêkhatî de, cejna hevûdu jî pîroz kirin.