Wezîrên Derve û Bergîriyî yên Fransayê li Bexdayê ne

Her du Wezîrên Bergîrî û Derve yên Fransayî bi serdanekê gihêştin Bexdayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her du Wezîrên Bergîrî û Derve yên Fransayî bi serdanekê gihêştin Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê yaw î welatî Florence Parly îro danê dibê gihêştin Bexdayê.

Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê kir, her du wezîrên Fransî ligel Weîzrê Derve Îbrahîm Caferî, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokomar Fûad Mehsûm dicivin.

Ev serdan di demekê de ye, şerê kontrolkirina bajarokê Tileferê bi rê ve diçe û roja 7 Tebaxê Serokê Franseyê Emmanuel Macron piştevaniya welatê xwe di şerê li dijî DAIŞê ji Iraqê re ragihandibû û daxwaz kiribû derfetên webirhênanê li Iraqê bidin kompanyayên Fransî.