Wezîrên derve û bergîriyê yên Fransayê gihêştin Hewlêrê
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê ya wî welatî Florence Parly ji Bexdayê gihêştin Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê ya wî welatî Florence Parly ji Bexdayê gihêştin Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û biryar e ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, yek ji armancên serdana her du wezîrên Fransayê ew e, spasiya hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê, derbirîna piştevaniya Fransayê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê , bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê, şerê DAIŞê û pirsa referandûmê ne.
Îro Şemiyê 26 Tebaxê Wezrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê ya wî welatî Florence Parly bi serdanekê gihêştibûn Bexdayê û ligel Wezîrê Derve Îbrahîm Caferî, Serokwezîr Heyder Ebadî û Serokomar Faûd Mehsûm civiyabûn.