Barzanî: Gelê Kurdistanê nikarê êdî ezmûnên şikestxwarî dubare bike
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya her du wezîrên derve û bergîriyê yên Fransayê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, "Gelê Kurdistanê nikarê êdî ezmûnên şikestxwarî dûbare bike û madem yekgirtina arezumendane şikest xwariye û sed sale çemkê şeraket hatiye binpêkirin gelê Kurdistanê rêya xwe li ber digre û dixwaze wekî cîran peywendiyeke dostane û baş li gel Bexda de hebe."
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, "Îro 26.8.2017 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derve û Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa û şandekî li gel kir, ku îro ji Bexdayê gihêştibûn Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.
Li hevdîtinê de ku Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî û serbaziyên Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Fransa ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya serdana Kurdistanê tekez li ser peywendiya dostaneya di navbera her dû gelên Fransa û Kurdistanê kir û ragihand ku tenê bi guherîna Serok û Hikûmetên Fransa jî wê peywendiyê de her berdewame û dostaneye. Her wiha Wezîra Berevaniya Fransa jî pêzanînên xwe ji bo rola qehremananeya Pêşmerge hebû li şerê terorîstan û ji bilî balkişandina bi gefa berdewamiya terorê li asta cîhanê da wê yekê xisterû ku aramiya navçeyê ji bo welatê wan gelek girînge û tekez jî li ser berdewamiya pabendbûna Fransa kir li piştevanîkirina Pêşmerge û mayîna hêzên Fransiyan.
Li beşekî dinê vê civînê de Wezîrê Derveyê Fransa spasî gelê Kurdistanê kir li mîhvandarî kirina hejmareke zêdeyê koçber û lêqewimiyan û pesnê cûreya muameleya Herêma Kurdistanê kir li dosyeya koçberan û daxwaza welatê xwe jî ji bo vegerana koçberan ji bo navçeyên wan xisterû. Eve jî dûpatkir ku Fransa li qonaxa şer piştevaniya Kurdistanê bûye û li aştiyê da jî li gel Kurdistanê da dibe. Li beşekî dinê axaftina xwe de helwesta fermî ya welatê xwe li beranber pirsa referandûmê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û daxwaz jî kir guftûgo li navbera Hewlêr û Bexda berdewam bê heta wê dema ku bigihin bi encamek ku her dû alî razî bin.
Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Serok û Hikûmeta Fransa kir û Fransa bi dostekî mezinê gelê Kurdistanê da zanîn û li axaftina xwe de ronahî xiste li ser gefa teror û operasyona azadkirina Musilê û rola Pêşmerge li wê operasyonê da û ragihand ji bo mîsogerkirina aramiyê li qonaxa piştî Da'îş pêwîste bi ciddî kar li ser nehiştina sedemên derketina El Qa'îde û Da'îş bê kirin û ji bilî li şerê serbazî şerê fikrî û aborî û civakiya terorê jî bê kirin. Serok Barzanî nîgeraniya xwe nîşan da li rewşa piştî Da'îş û derketina kêşeyên nû ew jî li ber nebûna planekî ronahî ya siyasî her çende serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê berî operasyona Musilê gelek tekezî li ser hebûna plana siyasî dikir. Di derbarê avadankirina Musilê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku avadankirina Musil ne li şiyana Hikûmeta Iraqê deye û Kurdistan jî penagehekî arame ji bo koçberan dimîne heta wê dema vedigerin navçeyên xwe."