Geverî: HDP piştevaniya referandûmê dike
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Adem Geverî piştgiriya xwe ya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dubare kir
K24 – Diyarbekir
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Adem Geverî piştgiriya xwe ya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dubare kir û bal kişand, ku bertek û hewldanên dewletên Heremê bi taybet jî wek Tirkiye û Îranê normal e û ji bo polîtîkayên navxweyî ye.
Geverî da zanîn ku, piştî vê rewşê êdî veger ji referandûmê nîne û divê herkes rêz li îradeya ku gelên Kurdistanê aşkere bigirin.
Gewerî daxwaz ji hemû hêz, partî û rêxistinên Kurd jî kir ku opoziyona xwe di çarçoveya demokrasî de bikar bînin û bi berpirsiyane danûstandinê ligel gelê Kurd bikin û piştevaniya referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.