Gulawla daxwaza referandûmê dike

Encûmena Şaredariya Gulawla “Celawla” biryar da, navçeyên wan beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê bikinز

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Şaredariya Gulawla “Celawla” biryar da, navçeyên wan beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin, ku biryar e roja 25ê Îlona bê bi rê ve biçe.

Li gor nivîseke Encûmena Şaredariya Gulawla “Celawla” tê de hatiye “Wek rêzgirtin li giyanên pak ên şehîdan, ên ku ji bo rizgarkirina bajarokê Celawlawê xwîna bexşandine û li hember ciwanmêriya Pêşmerge û asayişê ku rola wan bo kontrolkirina bajêr hebûne û bûne sedem ku dubare jiyan vegere û ewlehî û aramî peyda bibe, Encûmena Şaredariya Navçeya Celawlayê bi komiya dengan biryar da, ku beşdarî referandûma roja 25ê Îlona 2017an bibe.”

Navçeya Gulawla “Celawla” navçeyeke Kurdistanî ji navçeyên madeya 140 ye û bi 32 K.M li başûrê rojavayê Xaneqînê ye, nêzîk sed hezar kes tê de dijî, piraniya wan jî Kurd in.

Çekdarên DAIŞê di meha Tebaxa 2014an de derbasî Gulawlayê bûn û gelek xelkê jî koçber bûbûn, hêzên Pêşmerge jî di Mijdara 2014an de derbasî wê navçeyê bûn û rizgar kirin.