Gencên Bakur Meşa Piştevaniya Referendûmê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Gencên Bakurê Kurdistanê îro demjimer 15:30 li pêş Qeymeqamiya Dihokê, li Park a Mele Mistefa Barzanî kom dibin û meşa ber bi paytext Hewlêrê ve, wekî Meşa Piştevaniya Referendûma Serxwebûna Kurdistanê dest pê dikin.
Koordinatorê Meşa Piştevaniyê Firat Uzun, ji Kurdistan24 re ragihand ku, meş ji alî Peymangeha Firatê û Gencên Xwebexşên Kurdistanê tê organizekirin û çaverê ne ji sed gencan zêdetir di Meşa Piştevaniya Referendûma Serxwebûnê de cîh bigrin.
Herweha beriya meşê û di dema meşê de çendîn hunermend dê bi hunera xwe çoş û kelecanê bidin çalakiya gencan.
Di dema meşê de, liser rêya Dihok – Hewlêrê li gelek cîgahan, gund û bajarokan bihnvedan bikin û bi xelkê deverê re liser çalakiyê giftûgoyê bikin.
Di dema meşê de tenê Ala Kurdistanê û dirûşmeyên piştevaniya referendûma serxwebûnê bên rakirin. Tê çaverêkirin, di navbeyna 3-4 rojan de meş bigihe Hewlêra paytext.