Ibrahim Ayhan: Divê rêz li vîna Kurdistanê bê girtin

Parlamenterê HDP Îbrahîm Ayhan rexne li daxuyaniya Serokê MHP digre û dibêje, divê rêz li vîna gelê herêmê bê girtin û destêwerdan nebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDP Îbrahîm Ayhan rexne li daxuyaniya Serokê MHP digre û dibêje, divê rêz li vîna gelê herêmê bê girtin û destêwerdan nebe.

Parlamenterê Rihayê Îbrahîm Ayhan beşdarî Kongreya navçeya Wêranşarê ya partiya xwe ya bû. Da xuyakirin, 17 sal gelê Wêranşarê bi dengên xwe rêveberên xwe bijartin, lê ev 9 meh in dest li ser vîna wan hatiye danîn û şaredar kirine barimte.

Da xuyakirin, Serokê Giştî yê MHP ku hevkarê hikûmetê ye, bo referanduma serxwebûna Kurdistanê dibêje, "Dê bibe sedemê şer" û got, ev bêrêziya vîna gelê herêmê ye û pêwendiyên Tirkiyê bi rêveberiya Herêmê re jî di asteke herî baş de ne.

Ayhan got, dîrokê nîşan daye ku, dema dawiya sitemkaran tê, sitema wan zêdetir dibe û eger ku desthilata Tirkiyê vê rêyê berdewam bike, dê dawiya wan ji Sedam û Esedê cudatir nabe.