Pentagon: “Rûsya bi zanebûn êrîşî bingeha HSDê kiriye”

Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê ragihand: “Hêzên Rûsya êrîşî bingeheke HSD li Dêrezorê kirin, û firokeyên ku êrîş kirine, ji navçeyên di bin destê rêjîmê de firya bûn.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê ragihand: “Hêzên Rûsya êrîşî bingeheke HSD li Dêrezorê kirin û firokeyên ku êrîş kirine, ji navçeyên di bin destê rêjîmê de firiya bûn.”

Pentagonê diyar kir, Rûsya dizanî ku ew bingeh ya HSDê ye û şêwirmendên heveymaniyê jî li gel wan in, û got: “Di wê êrîşê de hejmarek şervanên HSDê birîndar bûne û ti şêwirmendekî hevpeymaniyê birîndar nebûye.”

Berî niha jî peyvdarê artêşa Rûsya red kirbû ku hêzên wan bingeha HSDê bombebaran kiribe.