Artêşa Azad: Em amade ne derbasî Idlibê bibin

Ketîbeyên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve dibêjin, ew amade ne derbasî Idlibê bibin û nehêlin HSD û hêzên Îranî derbasî navçeyên wê parêzgehê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ketîbeyên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê ve dibêjin, ew amade ne derbasî Idlibê bibin û nehêlin HSD û hêzên Îranî derbasî navçeyên wê parêzgehê bibin.

Peyvdarê Bereya Şamî Mihemed El-Hemadîn, ku xwe li ser Artêşa Azad a Sûrî hesab dike, di daxuyaniyekê de ji bo ajanseke nêzîkî opozisyonê ragihand: “Yekîneyên opozisyonê, yên ku li bakurê Helebê ne,  amade ne bi riya encamdana operasyonekê derbasî parêzgeha Idlibê bibin.”

El-Hemadîn got jî: “Armanca me ji wê operasyonê ew e ku em sivîlan biparêzin û nehêlin hêzên HSD û mîlîşyayên Îranî derbasî wê deverê bibin.

Navhatî eşkere kir, ku heya niha fermana destpêkirina wê operasyonê ji wan re nehatiye, û Tirkiyê ji bo vê operasyonê hêza xwe li ser sînor zêde kiriye.