Amerîka û hêzên opozisyonê ji bingeha Zekif li biyabana Sûriyê vekişyan
Medya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kiriye, ku şevê din yekîneyên opozisyona Sûriyê û hêzên Amerîkî ji bingeha Zekif vekişyan û radestî hêzên Rûsî kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Medya fermî ya hikûmeta Sûriyê belav kiriye, ku şevê din yekîneyên opozisyona Sûriyê û hêzên Amerîkî ji bingeha Zekif vekişyan û radestî hêzên Rûsî kirin.
Ji aliyê xwe ve Artêşa Sûrî ya Azad ragihand, ku wan ew bingeh bi temamî wêran kir berî ku jê derkevin.
Berî niha jî hêzên Birîtanî ji wê bingehê vekişyabûn û ber bi Urdinê ve çûbûn, lê heya niha hevpeymana navdewletî ti daxuyanî li ser vekşandina hêzên xwe û yên opozisyonê nedaye.
Bingeha Zekif li nav biyaban Sûriyê dikeve û 130 kîlometran ji Bûkemalê dûre.