Rûsya: HSD derbasbûna hêzên Hikûmetê li Dêra Zorê asteng dike
Wezareta berevanya Rûsya ragihand: “Hêzên Sûrya Demokrat astê ava çemê Ferêt bilind kiriye daku hêzên hikûmetê nikaribin derbas bibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta berevanya Rûsya ragihand: “Hêzên Sûrya Demokrat astê ava çemê Ferêt bilind kiriye daku hêzên hikûmetê nikaribin derbas bibin û ev yek rê li ber hêzên hikûmetê digire û nahêle bi awayekî ekîv şerê terorîstan bikin.”
Peyvdarê wezareta berevaniya diyar kir, ku ew ji Amerîka û hevalbendên wê dixwazin operasyonên hikûmeta Sûriyê li Dêra Zorê asteng nekin û got: “Heger Amerîka naxwaze şerê terorîstan li Sûriyê bike, bila nebin rêgir ji wan kesên ku dixwazin bi çalakî şerê terorê bikin.”