Kusret Resûl: Divê serkirdayetiya siyasî bi yekdengî hewl ji bo gavên dahatû bide
Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl bi boneya serkeftina proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamekê belav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kusret Resûl bi boneya serkeftina proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê peyamekê belav dike.
Kusret Resûl di peyama xwe de got: “Rûmet û şanaziyek bû ji gelê me re ku di roja referandûmê de, em hemû bi hev re çûn ser sindoqên dengdanê û bi dengê belê me da serxwebûna Kurdistanê. Bi vê gavê jî gelê me giyana şehîdan asûde kir û ji cîhanê re çespan ku em miletekî azadîxwaz in û dixwazin bi azadî û aramî bijîn.”
Herwiha di peyamê de hat jî: “Di vê roja dîrok de, pîrozbahiya xwe arasteyî xelkê Kurdistanê dikim û tekez dikim ku êdî divê serkirdayetiya siyasî ya Kurd bi komdengî û yekdengiya niştimanî hewl ji bo pêngavên dahatû bide.”
Di beşek din ya peyamê de, Kusret Resûl amaje bi wê da, tevahiya bajar û bajarokê Kurdistan û Kerkûk bajarê aştî û biratiyê bi tevahiya netewên cuda û Kurdên li derveyî welat dengê “Belê” dan serxwebûna Kurdistanê û peyamek arasteyî civaka navdewletî kirin, ku gelê Kurdstanê dixwaze serbixwe bijîn, bê cudahiya netewî û olî û kultorî.
Di peyama Kursret Resûl de hat: “Ermanca me ligel hikûmeta navendî û tevahiya hêz û aliyên Iraqî ew e, dest bi guftûgoyên cidî û avaker bikin û bi riya jihevtêgihêştina hevbeş çareseriya guncaw ji pirsgirêkan re bibînin û bi du cîranên baş bin. Hevpeyma stratejîk ji tevahiya welatên demokratxwaz re bin û li dijî teroristan biwestin.”