Firokeyeke Amerîkî li Sûriyê kete xwarê

Firokeyeke Amerîkî ji cura Osprey li navendeke leşkerî ya Amerîka li Sûriyê kete xwarê di encamê de 2 leşkerên birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeya

Kenala “Fox News” ya Amerîkî li ser zarê hin berpirsên Amerîkî belav kir, firokeyeke Amerîkî ji cura Osprey li navendeke leşkerî ya Amerîka li Sûriyê kete xwarê di encamê de 2 leşkerên birîndar bûne, bê ku cihê wê navenda leşkerî û nasnameya wan her du leşkeran aşkere bike.

Wê kenala Amerîkî gotiye ku, ew her du leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneyekê hatine veguhistin û piştî demeke kurt ji nexweşxaneyê derketine, ji ber ku birînên wan sivik bûn.

Jêdera navborî diyar kir jî, ew firokeya Amerîkî bi temamî şikestiye û ta niha vekolîn di derbarê sedemên ketina wê de bi dawî nebûne.

Ji sala 2014an ve, firokeyên Amerîka navend û pêgehên DAIŞê bombebaran dikin. Herwiha hêzên Amerîka li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê de dike.