Air Mediterranean dest bi seferên Atina – Hewlêrê dike

Rojnameya Naftemboriki, ku yek ji rojnameyên kevn ê Yunanistanê ye, di rûpelên xwe de agahdariya vê nûçeyê gihand xwendevanên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor daxûyaniya şîrketa rêyên esmanî ya Yunanistanê Air Mediterranean ji 1ê meha Mijdarê ve (01. 11. 2017) ve seferên wan ên yekerast / direct di navbeyna Atina û Hewlêrê de destpêdikin.

Ev biryar di demekê de ye, ku desthilata Bexdayê dixwaze dorpêça esmanî liser Kurdistanê bisepîne, lê bi taybetî ji alî welatên Ewrûpayê de nehatiye pejirandin.

Rojnameya Naftemboriki, ku yek ji rojnameyên kevn ê Yunanistanê ye, di rûpelên xwe de agahdariya vê nûçeyê gihand xwendevanên xwe.