Pollock: Amerika rê nade gef li Kurdistanê bên kirin
David Pollock ragihand ku, Washington dê hemberê dorpêç û gefên dijî Kurdistanê bêdeng namîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şêwirmendê berê yê Wezareta Derve yê Amerîkayê û Serpereştyarê Rojhilata Nêzîk û Enstituya Washingtonê David Pollock ragihand ku, Washington dê hemberê dorpêç û gefên dijî Kurdistanê bêdeng namîne.
Pollock girêdayî helwêsta êrîşkar a hukimeta Bexdayê hemberê Kurdistanê, bîrûrayên xwe bi Kurdistan24 re parve kir û diyarkir ku, Amerika tu caran rê nade dorpêç liser Kurdistanê bên sepandin û êrîş hemberê Kurdistanê rû bidin.
Ji aliyê xwe ve çavnêrê siyasî û rojnamevan Roy Gutman diyarkir ku, Amerika ligel Kurdistanek bihêz û ewle ye. Pêwîstiya cîhanê, herweha Amerikayê ji Kurdistanê heye û Amerika rê nade Kurdistan bê lawaz kirin.