Bêtirî 10 endamên Hizbullaha Lubnanî li Sûriyê hatin kuştin

Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê li hin deveran li gundewarê Dêrê û Himsê pêşve çûne û çend dever ji destê rêjîma Sûriyê û Hizbullahê derxistine.

K24-Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de Hizbullaha Lubnanî, nûçeya kuştina 10 endamên xwe ragihand, di heman demê de ajansên medyayî yên ser bi Hizbullahê ve, navên bêtirî 13 endamên xwe yên kuştî eşkere kirin ku di şerê DAIŞê de li Dêra Zorê û devera Sixne li bajarê Himsê hatine kuştin.

Li gorî zanyariyan, çekdarên DAIŞê li hin deveran li gundewarê Dêrê û Himsê pêşve çûne û çend dever ji destê rêjîma Sûriyê û Hizbullahê derxistine.