Bi navbeynkariya Macron, Barzanî û Ebadî li Parisê dicivin

Tê çaverêkirin hefteya pêşya me civîna di navbeyna Barzanî ûEbadî de, bi navbeynkariya Macron li Parisê lidar bikeve

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hefteya pêşya me li Parisê bi navbeynkariya Serokê Fransayê Emmanuel Macron dicivin.

Serokê Fransayê destpêşxweriya xwe piştî aloziyên pêwendiyan û gefên Bexda biser Hewlêrê hate ragihandin. Serok Barzanî vexwendina Macron ku bi destê filosofê fransî Henry Levy gihişt destê wî pejirand. Herweha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bi daxûyaniyeke nivîskî ragihand ku, ew pêşniyara Macron dipejîrîne û dê biçe Parisê.

Tê çaverêkirin hefteya pêşya me civîna di navbeyna Barzanî ûEbadî de, bi navbeynkariya Macron li Parisê lidar bikeve.