HSD kontrolkirina gundekî li rojavayê Dêra Zorê ragihand
Di çarçoveya operasyonên Bahoza Cezîrê de, û piştî pênç rojan ji şer, Hêzên Sûriya Demukrat bi alîkariya hêzên hevpeymanan karîn gundê Kubar ku çil û sê kîlometran li rojavayê Dêra Zorê dikeve , kontrol kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyonên Bahoza Cezîrê de, û piştî pênç rojan ji şer, Hêzên Sûriya Demukrat bi alîkariya hêzên hevpeymanan karîn gundê Kubar ku çil û sê kîlometran li rojavayê Dêra Zorê dikeve , kontrol kirin.
Li gorî HSDê, piştî kontrolkirina wî gundî, wan 500 kesên sivîl rizgar kirin û ew gihandine navçeyên aram.
Ji aliyê xwe ve Lîwaya El-Ebdella ragihand, ku di çarçoveya operasyona bi navê Bahoza Cezîrê de, hêzên wan tevahiya zeviyên petrolê yên Cifre li Dêra Zorê bi temamî kontrol kirine.