DAIŞê dubare bajarokê Qeryetên li Himsê kontrol kir
Hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê dubare bajarokê Qeryetên li parêzgeha Himsê ji destê rêjîma Sûriyê derxist.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê dubare bajarokê Qeryetên li parêzgeha Himsê ji destê rêjîma Sûriyê derxist.
Çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand: “Di encama êrîşeke berûvajî û berfireh de, rêxistina DAIŞê li parêzgeha Himsê, karîbû bajarokê Qeryetên ji destê rêjîma Sûriyê derxîne û control bike.
Artêşa Sûriyê ku berî şeş mehan Qeryetên kontrol kiribû û heya niha ti daxuyanî ser ketina wî bajarokî di destî DAIŞê de nedaye.
Bajarokê Qeryetên 120 kîlometran ji bakurê rojhilatê Şamê dûre û dikeve nav sînorê parêzgeha Himsê de û li gel pêşveçûna artêşa Sûryê ber bi bajarê Dêra Zorê ve, çekdarên DAIŞê bajarokê Qeryetên kontrol kirin.