Tirkiyê şandina hêzên xwe ji bo sînorê Sûriyê berdewam dike

Jêderên xwecihî ragihadin, ku gellek serbaz û alavên serbazî û otombêlên ku ji hin deverên Tirkiyê hatibûn şandin, li ser sînorê Hatayê tên bicihkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderên xwecihî ragihadin, ku gellek serbaz û alavên serbazî û otombêlên ku ji hin deverên Tirkiyê hatibûn şandin, li ser sînorê Hatayê tên bicihkirin.

Berî niha jî medya Tirkiyê ragihand, di çarçoveya rêketina Astana şeş de, artêşa Tirkiyê berî du rojan polîsên xwe yên serbazî li Idlibê belav kir.

Li aliyekî din jî hat ragihandin, dîwarê ku ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê tê avakirin, ber bi dawî ve hatiye.